Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Yek ji hilbijartinên herî girîng di dîroka Tirkiyeyê de wê pêk bê. Ji hilbijartinên 14'ê Gulanê re ku bi mehan e em li ser dixebitin 3 roj mane. Heta kêliya dawî em ê bi coş û moraleke mezin xebatên xwe bi heman biryardariyê bimeşînin. Di vê çarçoveyê de; Navenda me ya Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ku di nav de Hevserok, Hevberdevk, Endamên MYK’ê û rêveberên partiyê pêk tê, hate avakirin.”
'EM DI FERQA FIKARAN DE NE, EM Ê EWLEKARIYÊ PÊK BÎNIN'
Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin:
"Tevî êrîşên desthilatdariya AKP-MHP'ê ku hemû derfetên dewletê ji bo xebatên hilbijartinê bi kar anî, me xebateke hilbijartinê ya gelekî serkeftî û berhemdar meşand. Bi piştgirî, ked û hewldana gelên me re bêyî tu astengî, destgîrkirin, zext û girtinan nas bikin, bi mehan e em xebatên hilbijartinê kolan bi kolan, gund bi gund dimeşînin. Haya me ji fikarên raya giştî heye ku desthilatdarî dê serî li hîle û lîstikên hilbijartinê bide. Tevî hîleyên desthilatdariya AKP- MHP’ê em ê ewlehiya hilbijartinê pêk bînin. Li dijî hemû provokasyonên desthilatdariyê yên awarte ya ku pêş bikevin, bi baldarî û aqilekî selîm em ê sindoqên xwe terk nekin û biparêzin. Em ê destûr nedin ku dengek me jî bê dizîn ango vala biçe.
Hemû hîleyên hilbijartinê yên ku ji aliyê desthilatdariyê ve tên kirin, ji aliyê partiya me ve hatine nirxandin û tedbîrên pêwîst hatine girtin. Di roja hilbijartinê de hemû desteyên partiyên pêkhate û tifaqa me, rêveberiyên bajar û navçeyan û zêdeyî 100 hezar dildarên partiyê wê sindoq û dengên me biparêzin. Ji bilî dildaran zêdetirî 3 hezar parêzerên ku dê midaxele û îtîrazên pêwîst li dijî nelirêtiyê bikin û dê bi wezîfedarên sindoqên me re bixebitin.
'EM LI HEMBER MANÎPULASYONAN HIŞYAR BIN'
Di hilbijartinên dîrokî de em bang li gelê xwe dikin ku beriya hilbijartinê û di roja hilbijartinê de li hemberî her cure operasyonên feraset û manîpulasyonên têkildarî medya desthilatdar û hikûmetê hişyar bin.Divê gelê me di vê mijarê de daxuyaniyên Navenda Koordînasyona me ya li dijî encamên manîpulatîf ên desthilatdariyê û çapemeniya wê, esas bigire .
‘DIVÊ GELÊ ME WEZÎFEDARÊN SINDOQAN BI TENÊ NEHÊLIN’
Ji bo parastina her dengekî piştgiriya gelê me girînge. Pêwîste gelê me mîna tevahî erkdar û çavdêr kar bikin û hevrêyên xwe yên hatine erkdarkirin bi tenê nehêle. Bi vê hişmendiyê em dibêjin ‘Em ê Bi Hev re Biguherînin’. Em ji we re serkeftinê dixwazin."